Êrîşî ser keştiyeke Norvêjî hate kirin

agir bi keştiya han ketiye û hêzên deryayî yên Amerîkî bi hawara vê ve çûne.
کوردستان TV
100%

Êrîş bi rêya mûşekê û ji aliyê Husiyan ve pêk hatiye.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî CENTCOM îro sêşem ragihand ku, duhê çekdarên Husî bi rêya mûşekan êrîşî ser keştiyeke Norvêjî li behra sor kirine.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye diyarkirin ku, çekdarên Husî duhê bi mûşekan êrîşî ser vê keştiya han kirine ku, têde madeyên kîmiyayî hebûne.

Her di heman daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, di encama êrîşa han de keştî agir girtiye lê hêzên deryayî yên Amerîkî bi hawara keştiya han ve çûne û karîne agirê temrînin û keştî bigehînin cîheke aram.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.