Amerîka: Mafê meye bi her awayî bersifa êrîşan bidin

dibêje Amerîka li hember terorîstan bêdeng namîne.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê telefûnê Serokwezîrê Îraqê kiriye.

Berpirsê karûbarê ragihandinê yê wezîrê berevanî yê Amerîkayê Pat Ryder ragihand ku, duhê bişev wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin piştî êrîşa komên çekdarên yên Îraqî yên ser bi Îranê bo ser balyozxaneya Amerîkayê, telefûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî kiriye û jê re gotiye ku, lazime hikûmeta Îraqê pêşiya wan êrîşan bigire û rê nede ti komeke derqanûnî êrîşî ser hêzên Amerîkî û nuneratiyên dîplomatîkî bike.

Austin herwiha ji Sûdanî re gotiye ku, ji niha û pêde mafê Amerîkayêye ku, çawe bixwaze bersifa wan êrîşan bide.

Nav hatî ji Sûdanî re diyar kiriye ku, ev êrîşên han êrîşên terorîstîne û Amerîka jî li hember terorîstan bi ti awayî bêdeng namîne.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.