Îsraîl û Hemas hijmara kuştiyên xwe eşkere dikin.
Şerê navbera Îsraîl û Hemasê zêdetir ji 2 mehane berdewame û hijmara kuştiyan li Xezeyê jî nêzî 17 hezar kese.
Di vê derbarê de wezareta tendirostî ya Felestînê diyar kiriye ku, heta niha li gor amarên destpêkê bi giştî 16 hezar û 248 kes di encama êrîşên Îsraîlê de canê xwe ji dest dane.
Herwiha Hemas jî diyar kiriye ku, piştî bi dawî hatina agirbesta demkî Îsraîl li Xezeyê 1240 kesên din kuştiye.
Ji aliyê xwe ve artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ku, ji 7ê Cotmehê ve heta niha bi giştî 406 leşkerên Îsraîlî di şer de hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin