Li navenda Eyn Esed ev êrîş pêk hatiye.
Îro çarşem eniya berxwedana îslamî ku, ji çend komên çekdar yên ser bi Îranê pêk hatiye, daxuyaniyek belav kir û têde qala vê yekê kir ku, êrîşî ser hêzên Amerîkî kiriye.
Di daxuyaniya eniya berxwedana îslamî de hatiye gotin ku, îro çarşem bi dronên întîharî êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li navenda leşkerî ya Eyn Esed hatiye kirin.
Heta niha Amerîka derbarê vê êrîşa han de ti daxuyanî nedaye.
Weke tê zanîn Amerîka jî bi berdewamî bersifa êrîşên han dide û cara dawî herî kêm 5 çekdar hatibûn kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin