Pentagon jî dibêje êrîşên me berdewam dibin.
Bertekên dijî êrîşa hêzên Amerîkî yên bo ser çekdarên heşda şebî didomin û di vê çarçoveyê de ji bilî wezareta berevanî ya Amerîkayê, balyoza Amerîkayê li Îraqê jî bersifa bertekên han da.
Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanuvski ragihandiye ku, Amerîka li hember êrîşên komên çekdar yên li Îraqê berevanî ji xwe û hêzên xwe kiriye û ev jî mafeke rewa ya Amerîkayê ye û Amerîka li hember êrîşên han bêdeng namîne.
Ji aliyê xwe ve duhê wezareta berevanî ya Amerîkayê jî ragihandibû ku, Amerîka li hember wan êrîşan bêdeng namîne û berdewam dibe li ser berevanî kirin ji hêzên xwe û hevpeymanên xwe.
Weke tê zanîn duhê li Kerkûkê Amerîka êrîşî ser hêzên heşda şebî kiribû û gelek çekdar hatibûn kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin