Îsraîl keştiyên cengî şande behra sor

Amerîka dibêje em li hember wan êrîşan bêdeng nabin.
کوردستان TV
100%

Amerîka jî dibêje destê Îranê di êrîşan de heye.

Piştî êrîşên çekdarên husî bo ser keştiyên Amerîkî û çend keştiyên din li behra sor, hikûmeta Amerîkayê ragihand ku, çekdarên husî bi tenê serê xwe nikarin û nawêrin tişteke wisa bikin û em dizanin ku, husî bi piştîvanî û piştgîriya Îranê wan êrîşan pêk tînin.

wezareta berevanî ya Amerîkayê tekez li ser vê yekê kiriye ku, Amerîka li hember wan êrîşan bi ti awayî bêdeng nabe.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Îsraîlê jî ragihand ku, bo parastina aramiya deverê çend keştiyên cengî yên pêşkeftî û jêrderiyayiyeke cengî şandiye deverê û erkê wan rûbirû bûna her cure eger û pûç kirina her cure êrîşeke husî û komên din yên ser bi Îranê ye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.