DIŞI dîsa dest bi êrîşên xwe kir

şer berdewame û 3 leşker hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 15 leşkerên Îraqî birîndar bûne.

Peyamnêrê me yê li devera Mexmûrê ragihand ku, şeva derbasbûyî li sînorên bajarokê Qeracê terorîstên DIŞIê êrîşî ser artêşa Îraqê kirine.

Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, duhê înê li heman deverê DIŞI dîsa êrîşî ser artêşa Îraqê kiribû û du leşkerên Îraqî birîndar bibûn û di encama êrîşa şeva derbasbûyî de jî ku, bo ser du gundên din yên heman deverê de pêk hatiye herî kêm 2 leşkerên din yên Îraqî birîndar bûne.

Peyamnêrê me eşkere kir ku, li gor daxuyaniya dawî ya artêşa Îraqê şer li heman deverê di n avbera artêşa Îraqê û terorîstên DIŞIê de berdewame û heta niha 3 leşkerên Îraqî hatine kuştin û 15 leşkerên din jî birîndar bûne.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.