Sibê konferansa keş û hewayê destpê dike.
Êvara îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdarî kirina di konferansa keş û hewayê ya Netewên Yekgirtî yaku, li paytexta Îmaratê tê organîzekirin, ber bi Îmaratê ve birê ket.
Di konferansa han de behsa guhertinên keş û hewayê û bandorê vê li ser jîngeh û cîhanê tê kirin û rayedarên zêdetir ji 140 welatan jî têde beşdarin.
Her di çarçoveya vê konferansa han de vê Serokwezîr li gel rayedar û berpirsên welatên cîhanê yên ku, di konferansê de amadene çend civîn û hevdîtinên du alî pêk tîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin