Beşdarî di konferansa keş û hewayê de dike.
Êwara îro Serokê herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gehêşte Dubaya paytexta Îmaratên yekgirtî yên Erebî û li balefirxaneya Dubayî ji aliyê Serokê Dîwana cîhnişîna Ebûzebî Şêx Xelîfe bin Tehnûn bin Hed Alnehiyan û balyozê Îraqê yê li Îmaratê Muzefer Mistefa Elcebûrî ve hate pêşwazîkirin.
Di vê serdana han de vê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di konferansa netewên yekgirtî ya bo keş û hewayê (cop 28) de bike ku, biryare sibê înê bi amadebûn û beşdariya hijmareke berçav ji Serkirdeyên cîhanê li bajarê Expo ya li Dubayî were organîzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin