Bo pereyan bistînîn hikûmet û dewleta xwe dixapînin.
Li gor nûçeyeke rojnameya Erebî Elcedîde, xelkê Îraqê dest bi taktîkeke nû bo stendina pereyan ji hikûmetê kiriye.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, rojane li Îraqê gelek hevjîn serdana dadgehan dikin û daxwaznameya xwe ya bo hev û du berdanê didin dadgehê û dadgeh jî vê yekê qebûl dike.
Bi biryara dadgehê ev hevjîn hev û du berdidin li ev hevjînên han li gor nîkaha mele berdewam dibin li ser jiyana hevbeş û armanca wan jî ji cuda bûn anjî hevberdana li dadgehê eve daku, pereyan ji hikûmetê bistînin û bikin nava çarçoveya qanûna hevkarî kirina darayî ya hikûmetê ya bo jinên ku, hatine berdan.
Hevjînên ku, li dadgehê hev û du berdidin, jiyana xwe ya hevjîniyê li gor nîkaha dînî didomînin û lê ji hikûmetê jî bi hinceta jihev cudabûnê, jin pere distîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin