Îsraîl êrîşî ser vê balefirgehê kiriye.
Li gor çapemeniya Sûrî jiber êrîşên duhê yên Îsraîlê yên bo ser Dîmeşq û balefirgeha Dîmeşqê liv û tevgerên vê balefirgehê hatine rawestandin û balefirgeh ji kar ketiye.
Ji aliyê xwe ve Îsraîl jî ragihandiye ku, duhê êrîşî ser çend navçeyên Dîmeşqê kiriye ku, navendên leşkerî û cebelxaneyên çekdaran li wan navendan bûne.
Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, di encama êrîşa duhê de derbên gelek dijwar li çekdarên ku, ser bi Îranê ne û êrîşî ser Îsraîlê dikin hatine xistin.
Her duhê çend jêderên din belav kiribûn ku, li çend navçeyên Dîmeşqê dengên teqînên gelek mezin hatine bihîstin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin