Ketine bin aşûtê.
Li gor çapemeniya Rojhilatê Kurdistan û Îranê duhê înê tîmeke çiyageran li Loristanê ya li Rojhilatê Kurdistanê xwestiye biçe zirveya çiyayê Eştiranko.
Ev tîma han yaku, ji 9 kesan pêk hatiye dema serkeftin bo zirveya çiyayê Eştiranko ya li Enza ya li Loristanê, aşût bi ser wan de hatiye û di encam de 5 endamên vê tîmê ketine bin aşûtê û canê xwe ji dest dane.
Heta niha termên 4 ji wan hatine derxistin û hewldanên heyî bo derxistina cenazeyê din jî didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin