Peyamek bi minasebeta roja cîhaniya rûbirû bûna tundiya dijî jinan belav kir.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta roja cîhaniya rûbirû bûna dijî tundiya dijî jinan peyamek belav kir.
Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de behsa vê yekê kiriye ku, berdewam dibin li ser piştîvanî kirina çalakiya 16 rojan ya dijî tundûtîjiya dijî jinan û bêyî westan berdewam dibin li ser şerê dijî her cure tundûtîjiyeke dijî keç û jinan.
Di vê roja han de wan jinan bibîr tînin ku, zilim li wan hatiye kirin û mafê jiyanê ji wan hatiye stendin, tiştek dadê azara mezin ya malbeta wan nade ji bilî kar kirina bihevreyî bo cîhbicîh kirina dadweriyê bo qurbaniyan ne be.
Em bi rêzdarî ve li rola jinên çalakvan, mamosteyên olî û tevahiya kesên ku, hewl bo baştir kirina rewşa jinan didin, dinirên.
Di vê bîranîna han de tekez li ser pêbendiya xwe bi îradeyeke bihêz bo rûbirû bûna her cure tundî, binpê kirin û destdirêjiya dijî jinan û mafên wan dikin û berdewam jî dibin li ser karên hevbeş li gel aliyên têkildar yên Kurdistan, Îraq û cîhanê û ti carê dev ji têkoşîna xwe bo ava kirina civakek azad, dadmend û yeksan ber nadin.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin