Îsraîl li Hizbulahê jî dide

êrîşî ser çend navendên hizbulahê kiriye.
کوردستان TV
100%

Ji xelkê Xezeyê re jî dibêje nabe vegerin Bakûrê Xezeyê.

Îro pêncşem artêşa Îsraîlê ragihand ku, droneke Îsraîlî yaku, mişxûlî pîverdariyeke leşkerî bûye, rastî êrîşa hizbulahê Libnanê hatiye lê beriya ku, mûşeka hizbulahê bigehêje dronê û dronê bixe, ev mûşek ji aliyê Îsraîlê ve li derveya sînorên Îsraîlê hatiye jinavbirin.

Artêşa Îsraîlê herwiha diyar kiriye ku, weke bersifdayîna vê êrîşa han, çend navendên girîng yên jêrxana hizbulahê li Libnanê bordiman kiriye.

Ji aliyeke din ve, piştî ketine meriyetê ya agirbesta 4 rojî ya di navbera Îsraîl û hemasê, artêşa Îsraîlê ji şêniyên Bakûrê Xezeyê re ragihand ku, bi ti awayî qeseta vegerê bo Bakûrê Xezeyê nekin jiber ev yek qedexeye.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.