Ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê li Rojhilatê Kurdistanê, di nava du rojên derbasbûyî de li bajarê Pîranşarê 5 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî û îtlaata Îranê ve hatine binçavkirin.
Hengawê diyar kiriye ku, her çend sedema girtina wan ciwanan heta niha nehatiye zanîn lê rayedarên rejîma Îranê jî ne li ser çarenivîsa wan û ne jî derbarê sedema girtina wan de ne amadene ti zaniyarî bidin malbetên wan ciwanên girtî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin