Di rojekê de du caran hatiye bordimankirin.
Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li deverê dane, duhê piştî bordimana danê sibê ya devera Sîdekan ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê ve, bi şev jî dîsa ev devera han hatiye bordimankirin.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, şeva derbasbûyî balefirên şer yên Tirkiyeyê bi dijwarî deverên Sinîn û çiyayê Berbizinê li Sîdekanê bordiman kirine.
Her çend ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine bidestxistin lê hate zanîn ku, bordiman kirina wan deveran bûye sedema çê bûna tirs û dilgiraniya şêniyên wan deveran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin