Kurdistan û Brîtanya hevkariya navbera xwe bihêztir dikin

dibêje nabe Îraq bikeve nava şer û pevçûnan.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî ya bi Serokatiya Şêwirmendê mezin yê berevanî yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê birêz Marshal Sammy Simpson kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina hemahengî û hevkariya ewlekarî û leşkerî di navbera du aliyan de kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi şer û aloziyên Rojhilata Navîn û li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya deverê û dûrxistina Îraqê ji şer û pevçûnên leşkerî hemfikir bûn.

Me tekez li ser parastin û dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û rêz girtin ji pêgeha qanûnî û destûrî ya herêmê û bihêztir kirina sîstema federalî li Îraqê kir û ev yek dubare kir ku, lazime civata navnetewî rola xwe ya ektîf bo çareser kirin kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bilîze.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.