Serokê herêmê li gel Şêwirmendê Brîtanî yê li Rojhilata Navîn kir

dibêje lazime Îraq xwe ji şerê heyî bidûr bigire.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa rewşa deverê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê berevanî yê Brîtanî yê li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Sammy Sampson û şandeke li gel kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî û bandorê şerê li Xezeyê hate kirin û di vê derbarê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev yek diyar kir ku, geşe kirina rewşa han ya aloz dibe metirsiyeke gelek mezin li ser deverê lewre lazime Îraq bi her awayî xwe ji vê şerê hanê bidûr bigire jiber ku, şer ti kêşeyek çareser nake û çareseriya yekane aştiye.

Derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de jî her du alî li ser vê yekê ku, lazime aramî û ewlehiya siyasî li Îraqê parastî be hemfikir bûn û tekez li ser vê yekê kirin ku, lazime tevahiya aliyan bi awayeke berpirsiyarane tev bigerin û lazime hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî li Îraqê ji her cure êrîşekê parastî bin.

Di beşeke din ya vê civînê de her du alî li ser vê yekê ku, hîn jî teror metirsiyeke rastîne hemfirkir bûn û lewre Îraq û Kurdistan hîn jî pêdiviya xwe bi piştîvaniya hevpeymaniya navnetewî heye bo ji nav birina yekcarî ya DIŞIê.

Di vê derbarê de Sammy Sampson berdewamiya piştîvaniya Brîtanyayê di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî bo Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir.

Rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû û her du alî civînên dawî yên di navbera PDK û YNK jî bi pêşhateke erênî wesifkirin.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.