Dibêje bi mûşekên balistîkî êrîşî ser hêzên me hatiye kirin.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî belav kiriye ku, duhê komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê bi mûşekên balistîkî êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li navenda leşkerî ya Eyn Esedê kirine.
Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşa han de 8 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Artêşa Amerîkayê di daxuyaniya xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku, weke yekem bersifdayîn, êrîşî ser tirimbîleke çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê kiriye ku, ji aliyê çekdarên heşda şebî ve bi mebesta veguhastina çek û cebelxaneyan bo komên ser bi Îranê hatiye bikaranîn û ev tirimbîla han hatiye jinavbirin.
Artêşa Amerîkayê ev yek diyar kiriye ku, vê li hember wan êrîşan bêdeng nebe û bersifeke dijwar bide wan çekdaran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin