100 hezar leşkerên xwe şandiye ser sînorên Libnanê.
Rayedarên Îsraîlî ji rojnameya WSJ re ragihandine ku, şerê navbera Îsraîl û Hemasê berdewame û Hizbulaha Libnanê jî li ser daxwaza Îranê xwe xistiye nava vê şerê han.
Rayedarên leşkerî yên Îsraîlî diyar kirine ku, Îsraîl nikare li hember êrîşên hizbulaha Libnanê bêdeng be lewre Îsraîl niha amadekariyên pêwîst bo vê şerê hanê kiriye û zêdetir ji 100 hezar leşkerên xwe şandiye ser sînorên navbera Îsraîl û Libnanê.
Ev rayedarên han diyar kirine ku, ev amadekariyên han piştî vê yekê hatine ku, wezîrê berevanî yê Îsraîlê di civîna herî dawî ya kabîneya şer ya Îsraîlê de daxwaza bersifeke dijwar ya leşkerî bo êrîşên hizbulahê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin