Serok Barzanî li gel Boris Boris Johnson civiya

tekez li ser çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalogê kirin.
کوردستان TV
100%

Johnson rola Serok Barzanî bilind dinirxîne.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson kir.

Di civînê de Johnson kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe ya li gel Serok Barzanî diyar kir û rola Serok Barzanî di rûbirû bûna terorê de bilind nirxand û balkêşande ser têkiliyên dostane û bihêz yên di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê û tekez li ser domandina wan têkiliyên han kir.

Li hember de jî Serok Barzanî piştî bixêr hatin kirina Johnson spasiya rola Brîtanyayê kir di şerê dijî terorê de û tekez li ser vê yekê kir ku, her çend di warê leşkerî de DIŞI hate jinav birin lê hîn jî DIŞI û teror metirsiyeke mezinin bo ser ewlekariya cîhanê.

Têkiliyên navbera Kurdistan û hikûmeta federalî mijareke din ya vê civînê bû û her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyan bi diyalog û di çarçoveya destûrê de kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.