Dibêje bi rêya dronan dixwestin êrîşî ser Moskovayê bikin.
Îro Serokê bajardariya Moskovaya paytexta Rûsyeyê Sergey Sobyanin ragihand ku, hêzên Ukraynî xwestin bi rêya dronan êrîşî ser Moskovayê bikin.
Serokê bajardariya Moskovayê diyar kiriye ku, hêzên Ukranî îro duşem xwestin bi rêya du dronan êrîşî ser Moskovayê bikin lê sîstema berevanî ya Rûsî beriya dron bigehên asmana Moskovayê ev her du dronên han xistiye erdê û rê nedaye dronên han êrîşên xwe pêk bînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin