Rojnamevanê navdar yê Îsraîlî dibêje vê şer biqewme.
Rojnamevanê navdar yê Îsraîlî Mineşe Emîr ku, bi esilê xwe Îraniye di hevpeyvîneke xwe de li gel kanaleke Farsî ya li derveyê Îranê de qala şerê Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê dike.
Mineşe Emîr dibêje rewşa niha ne weke rewşê sê sal beriya nihaye, fakter û hevsengî gelek hatine guhertin û êrîşên hizbulahê jî li ser Îsraîlê zêde bûne û Îsraîl jî nikare li hember wan êrîşan bêdeng bimîne lewre egereke gelek bihêz heye ku, şerê navbera Îsraîl û hizbulahê jî destpê bike û ev şerê han jî vê bibe şerê Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê.
Weke tê zanîn beriya niha hem Serokê Amerîkayê û him jî Serokwezîrê Îsraîlê huşdarî dabûn hizbulahê ku, eger şerê Îsraîlê bike vê Îsraîl û Amerîka raste rast êrîşî ser Îranê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin