Misir îdîaya veguhastina Xezeyê bo Sînayê red dike.
Piştî îdîayên rayedarên Hemasê yên li dor rêkeftina navbera Amerîka, Îsraîl û Misirê ya li dor veguhastina 500 hezar şêniyên Xezeyê bo deşta Sîna ya li Misirê, wezîrê derve yê Misirê daxuyanî da.
Ev rayedarê Hemasê ku, navê xwe eşkere nekiriye ji Cezîre re gotiye ku, Amerîka û Îsraîl li hember bicîh kirina şêniyên Xezeyê vê ji deyninên Misirê xweş bibin û Misir jî ev yek qebûl kiriye. nav hatî herwiha diyar kiriye ku, Serokê Amerîkayê Jeo Biden di dema serdana xwe ya bo Îsraîl û deverê de zext li Serokê Misirê kiriye ku, evê projeya han qebûl bike.
Di vê derbarê de duhê wezîrê derve yê Misirê Samih Şikorî ev yek red kir û ragihand ku, siyaset û helwesta Misirê li hember veguhastina şêniyên Xezeyê nehatiye guhertin û Misir li dijî vê yekê ye û tê rêkeftineke wisa jî di navbera Misir, Amerîka û Îsraîlê de nehatiye îmzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin