Êrîşî ser navenda Eyn Esed hate kirin

hêzên Amerîkî jî dronên çekdaran teqandine.
کوردستان TV
100%

Ti zirarên êrîşê çê nebûne.

Eniya berxwedana îslamî ya Îraqê ragihand ku, duhê piştî êrîşa hêzên wan bo ser navenda leşkerî ya Amerîkiyan ya li Herîrê, hevdem êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê jî kirine.

Di daxuyaniya eniya berxwedana îslamî de qala vê yekê hatiye kirin ku, ev her du balefirgeh bi dronên bombekirî pêk hatine.

Ji aliyê xwe ve Fermandariya hêzên Amerîkî yên li Îraqê jî diyar kiriye ku, beriya dronên bombekirî yên çekdaran bigehêjin cîhên mebest ji aliyê hêzên wan ve li esmanê hatine teqandin û ti zirareke wan êrîşan nebûye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.