Komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn tê organîze kirin

komcîvina han 2 rojan berdewam dibe û têde nêzî 200 pispor jî beşdar dibin.
کوردستان TV
100%


Ev çaremîn komcivîne û li Dihukê tê organîzekirin.

Biryare sibê yekşem 19ê Mijdarê bi beşdariya Serokê herêmê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê 4mîn komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn li Dihukê were organîzekirin.

Di komcivîna han de ji bilî Serokê herêmê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê nêzî 200 kesatî û pisporên siyasî yên navxweyî û biyanî jî di komcivîna han de beşdar dibin û çend panêlên curbicur derbarê rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê, Îraq û deverê werin lidarxistin.

Komcivîna han yaku, ji aliyê zanîngeha Amerîkî Kurdistanî ve tê organîzekirin vê du rojan berdewam dibe.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.