Îro civata wezîran civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermi derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me giftûo derbarê diyaloga hevbeş ya di navbera wezareta petrolê ya hikûmeta federalî û şanda herêma Kurdistanê ya rojên 12 û 13 Mijdarê ya derbarê dubare destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê kir û wezîrên têkildar jî encamên civîn û hevdîtinan eşkere kirin.
Me bi awayeke kurt behsa diyaloga navbera hikûmeta herêmê û şanda hikûmeta federalî bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr bo karûbarên enerjî û wezîrê petrolê yê federalî kir ku, ev çend roje li Hewlêrê bû.
Me tekez li ser vê yekê kir ku, di çarçoveya destûr, rêzgirtin ji desthilat û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê, hikûmeta herêmê amadeye daku, bilez dest bi prosesa henarde kirina petrolê bike û hêvî dikin aliyên têkildar yên hikûmeta federalî jî lezê bikin bo tevahiya amadekariyên prosesa destpê kirina henarde kirinê.
Pişt re civata wezîran rixmî pêşwazî kirin ji encamên baş yên proseya diyalogê ragihand ku, prosesa henarde kirina petrolê xizmeta berejwendiyên tevahiya aliyan dike û jiber rawestandina henarde kirina petrola herêmê jî çend miliyar dolar zirar bi xezêneya giştî ketiye û di heman demê de civata wezîran tekez li ser parastina maf û şayîsteyên herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de kir û şanda herêma Kurdistanê pîwerdar kir daku berdewam be li ser danûstandinên han.
Di rojeva duyem ya civînê de pêşniyarên çend wezaretan yên derbarê rêkxistina dahata navxwe hatin pêşkêşkirin ku, rêjeyek ji dahata han bo cîhbicîh kirina projeyên wezaretan û projeyên xizmetgozarî tê bikaranîn.
Civata wezîran tekez li ser pêşde birin û yekxistina sîstema darayî û jimêryarî li herêma Kurdistanê kir bi awayek ku, bibe sedema baştir birêveçûna prosesên xercî bidûr ji rûtîn û birokirasiyê, herwiha girîngiya pere pêdana dîcîtalîzekirina dosye û xizmetgozariyan bi armanca pêşkêş kirina asankarî û zêdetir kirina karînên dezgehan bo cîhbicîh kirina erk û xizmetgozariyan, ev yek jî bi sûd wergirtin ji ev rêje dahata vegerandî ya wezaretan dibe di çarçoveya sîstemeke darayî û jimêryarî ya pêşkeftî her bo vê yekê jî wezaretên heyî hatin pîwerdarkirin daku, hevkarî û hemahengî li gel wezareta darayî û abûrî de bikin.
Civata wezîran herwiha borda bilind ya darayiya giştî jî pîwerdarkir rêkarên pêwîst yên derbarê biryara 219 ya civata wezîran bistîne. Herwiha lazime mehane cedvela venêrîn bi dahat û xerciyan bêyî paşketin radestî wezareta darayî û abûrî were kirin daku, pişt re hikûmeta federalî jê were hayedarkirin bo xerc kirina şayîsteyên darayî yên mehane yên herêma Kurdistanê.
Pişt re daxwazên ev karmendên ku, bêyî wergirtina izna xwendinê, dîplomeya xwe bi dest anîna û heta niha dîplomeyên wan nehatine serrastkirin ji aliyê wezarên darayî, wezîrê xwendina bilind û aliyên din yên têkildar ve hatin pêşkêşkirin.
Civata wezîran rixmî dubare kirina siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo handana fermanber û karmendan bo bidest anîna dîplomeyan û pêşde birina asta karîna pîşeyî û akademîkî ya karmendên kerta giştî li gor plana pejrandî ya wezaretan, biryar da daku, komîteyek taybetî ji Serokatiya civata wezîran û wezaretên têkildar bo polîn kirin û nirxandina rewşa wan dîplomeyan yên ku, bêyî îzna xwendinê hatine bidestxistin were damezrandin daku, di warê zanistî, îdarî, darayî û qanûnî ve nirxandin bo wan were kirin û pişt re jî encamên nirxandina han pêşkêşî civîna civata wezîran were kirin daku, biryara dawî li ser were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin