Dibêje êrîşên li Îraq û Sûriyeyê dijî hêzên me berdewamin.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û behsa êrîşên dijî hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê kiriye.
Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, ji 17ê Cotmehê heta niha bi giştî 55 caran êrîşî ser hêzên me hatiye kirin û di encam de 59 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di nava heman demê de li Sûriyeyê 27 û li Îraqê jî 28 caran êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.
Ji aliyeke din ve heta niha sê caran Amerîka jî bersifa wan êrîşan daye û êrîşî ser navendên çekdarên Îranî yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin