Dibêje lazime hin navçeyên li Başûrê Beyrûtê werin bordimankirin.
Êrîşên çekdarên hizbulaha Libnanê yên bo ser Îsraîlê didomin û artêşa vê welatî jî bersifa wan êrîşan dide.
Di vê derbarê de rojnameya Şeriq Elewset li ser zarê çend jêderên hayedar di nava artêşa Îsraîlê de belav kiriye ku, Fermandarên artêşa Îsraîlê ji Serokwezîrê vê welatî daxwaz kirine daku, weke bersifdayîna êrîşên hizbulahê yên bo ser Îsraîlê, artêşa Îsraîlê navçeya Zahiye ya li Başûrê Beyrûta paytext were bordimankirin.
Heta niha Serokwezîrê Îsraîlê jî bersifa vê daxwazê nedaye lê berpirsê Mossada Îsraîlê diyar kiriye ku, vê şer berfire bibe û sînorên Xezeyê derbas bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin