Dibêje li Sûriye û Îraqê bo berevanî kirin ji hêzên xwe her tiştekê dikin.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Samuel Wurberg ragihand ku, êrîşên komên çekdar yên Îranî yên li Sûriye û Îraqê bo ser hêzên Amerîkî didomin.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku, ji niha û pêde Amerîka li hember wan êrîşan bêdeng namîne û amadeye bo berevanî kirin û parastina hêzên xwe li Îraq û Sûriyeyê her tiştekê bike û gavên zêdetir bavêje.
Ji aliyeke din ve wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandiye ku, ji 7ê Cotmehê ve heta niha bi giştî 46 caran li Sûriye û Îraqê êrîşî ser hêzên wan hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin