Êrîş duhê bişev pêk hatiye û derbên dijwar li wan hêzan hatine dayîn.
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku, êrîşên çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê yên bo ser hêzên me berdewamin û lewre Amerîka jî neçare bersifa wan êrîşan bide.
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kiriye ku, duhê bişev dîsa Amerîka bersifeke dijwar daye wan êrîşan û li Sûriyeyê êrîşî ser çend navendên çekdarên Îranî kiriye û ev navendên han bi temamî wêran kiriye.
Austin diyar kir ku, navendên cebelxane û navendên perwerdehiyê yên çekdarên Îranî yên li Ebûlkeman û Meyadînê hatine wêrankirin.
Nav hatî eşkere kiriye ku, ji bilî wan du navendan du navendên din ku, yek ji wan biryargeha navendî ya Fermandariya wan hêzan bûye û navenda din jî cebelxane bûye hatine wêrankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin