Dibêje êrîşî ser pêgehên terorîstan li Sûriyeyê kiriye.
Artêşa Îsraîlê îro yekşem 12ê Mijdarê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, êrîş û operasiyonên wan yên li dijî Hemasê berdewamin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, piştî avêtina mûşekekê ji aliyê Sûriyeyê ve bo girên Colanê, me jî bi balefir û mûşekan êrîşî ser pêgehên terorîstan di nava axa Sûriyeyê de kiriye û jêrxana terorîstan li Sûriyeyê jinav biriye.
Beriya du rojan dîsa bi dron êrîşî ser Başûrê Îsraîlê hatibû kirin û piştî vê jî artêşa Îsraîlê bi berdewamî dest bi bordiman kirina navendên komên çekdar li Sûriyeyê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin