Duhê bişev wezîrê derve yê Îranê ev yek ji wezîrê derve yê Qeterê re gotiye.
Li gor çapemeniya Îranî duhê bişev wezîrê derve yê Îranê Husên Emîrebdulahiyan di peywendiyeke telefûnî de li gel wezîrê derve yê Qeterê behsa şerê navbera Hemas û Îsraîlê kiriye.
Di heman peywendiya han ya telefûnî de Emîrebdulahiyan diyar kiriye ku, jiber berdewamiya êrîşên Îsraîlê li dijî welatiyên medenî li Xezeyê vê şerê heyî berfire bibe.
Ji aliyeke din ve Amerîka jî eşkere kiriye ku, berpirsê berfire bûna şer û berpirsê sereke yê êrîşên bo ser hêzên Amerîkî, Îrane û Amerîka gef li Îranê kiriye ku, li hember Îranê bêdeng nabe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin