Amerîka li hêzên Îranî da

herî kêm 9 çekdar hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Gelek kuştî û birîndarên wan hene.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê belav kiriye ku, weke bersifdayîna êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê yên bo ser hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê, duhê bişev Amerîka êrîşî ser çend cebelxaneyên çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê kiriye.

Di daxuyaniya wezareta berevanî de hatiye diyarkirin ku, ev êrîşên han bi rêya du balefirên F15 pêk hatine û di encama wan êrîşan de çend cebelxaneyên mezin yên çekdarên Îranî hatine jinavbirin û gelek çekdar jî hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê jî diyar kiriye ku, di encama wan êrîşan de herî kêm 9 çekdarên Îranî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.