Wezîrê navxwe yê Kurdistanê li Londonê ye

Kurdistan û Brîtanya beriya sê mehan rêkeftinek îmze kiribûn.
کوردستان TV
100%

Li gel rayedarên Brîtanyayê civînên xwe didomîne.

Li gor zaniyariyên berdest di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, duhê li Londonê wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li gel wezîrê karûbarên ewlekarî yê Brîtanyayê Tom Tugendhat civiyaye.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Londonê û çend mijarên din hatiye kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkilî û hemahengiya navbera xwe de kirine.

Her di heman civînê de her du alî behsa şerê dijî teror û saziyên tawankarî kirine û tekez li ser domandina hevkarî û hevbeşiya xwe di vê warî de kirine.

Weke tê zanîn di 30ê Tebaxa 2023an de di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de li ser şerê dijî terorê û saziyên tawankariyê rêkeftinek hatibû îmzekirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.