Jiber gendelî û bertîlê hatine avêtin.
Wezareta navxwe ya Îraqê ragihandiye ku, şerê wan ya li dijî gendeliyê berdewame û di vê çarçoveyê de di nava hêzên ewlekarî yên Îraqê de şereke dijwar dijî gendeliyê tê meşandin.
Di daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, di nava 11 mehên derbasbûyî yên sala 2023an de bi giştî 153 Efser ji hêzên ewlekarî jiber bertîl û gendeliyê ji kar hatine avêtin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de qala vê yekê jî hatiye kirin ku, 899 berpirs û karmendên wezareta navxwe ya Îraqê jî jiber heman sedemê ji kar hatine avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin