Şerê navbera Îsraîl û Hemasê berdewame.
Şerê navbera Hemas û Îsraîlê yaku, di 7ê Cotmehê de bi êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê destpê kiribû didome.
Di vê derbarê de çapemeniya Felestînê ragihandiye ku, jiber şer û êrîşên han heta niha li Xeze û deverên şer bi giştî 49 Rojnameger hatine kuştin.
Hate zanîn ku, 4 ji wan Rojnamegeran biyanî ne û ewin din jî xelkê Xezeyê ne.
Ji aliyeke din ve duhê wezareta tendirostî ya Xezeyê diyar kiribû ku, hijmara kuştiyan bûye 10 hezar û 156 kes.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin