Amerîka: Me peyameke gelek tund daye Îranê

Amerîka li Sûriyeyê çend navendên komên çekdar yên ser bi Îranê ji nav biriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje Xeze axa Felestînê ye û em dijî dagîrkirinê ne.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û têde behsa Îran û rewşa Xezeyê kiriye.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye gotin ku, Xeze axa Felestînê ye û Amerîka li dijî vê yekêye ku, Xeze were dagîrkirin.

Ev daxuyanî di demekê deye ku, Îsraîl dibêje vê Xezeyê dagîr bike û piştî dagîrkirinê jî parastina ewlekariya Xezeyê bigire ser milê xwe.

Di beşeke din ya daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, Amerîka derbarê êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriye û Îraqê bo ser hêzên Amerîkî, peyameke gelek tund daye Îranê û ji Îraniyan re hatiye gotin ku, vê Amerîka bi tundtirîn awayî bersifa her cure êrîşekê bide û berevanî ji hêz û berejwendiyên xwe û hevparên xwe bike.

Weke tê zanîn ji destpêka şerê navbera Hemas û Îsraîlê ve heta niha Îran lipey hev gef li Amerîkayê dike û komên çekdar yên ser bi Îranê jî hêşên xwe bo ser  hêzên Amerîkî didomînin û Amerîka jî heta niha tenê yek car li Sûriyeyê êrîşî ser hêzên Îranî kiriye û derbên dijwar li wan daye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.