Piştî civîna navbera PDK û YNK daxuyaniyek bo çapemeniyê da.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhê êwarê piştî bi dawî hatina civîna navbera partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê di konferanseke çapemeniyê de ragihand ku, di civîna navbera pdk û ynk behsa gelek mijaran hatiye kirin û jihev fêmkirineke gelek baş di navbera her du aliyan de heye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku, civîn di rewşeke gelek baş de bi dawî hat û her du alî tekez li ser domandina diyalog û civînên navbera xwe de kirin.
Derbarê êrîş kirine ser hêzên Amerîkî li Îraqê de jî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, nabe Îraq bibe qada şerên berjwendiyên aliyên din û domandina êrîşan bo ser hêzên Amerîkî rewşeke gelek metirsîdar bo Îraq û herêma Kurdistanê diafirîne lewre lazime bilez dawî bi wan êrîşan were.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin