Gelek kes di bin kavilan de mane.
Li gor çapemeniya cîhanî şerê navbera Îsraîl û Hemasê yaku, 7ê Cotmehê di encama êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê de destpê kiribû berdewame û hijmara kuştiyan jî her diçe zêdetir dibe.
Çapemeniya cîhanî behsa vê yekê dike ku, hijmara kesên ku, li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin bûye 10 hezar û 156 kes û zêdetir ji 27 hezar kes jî birîndar bûne.
Herwiha tê gotin ku, gelek kes jî hin di bin kavilên bînayên bombekirî dene.
Duhê jî artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku, di şer de 347 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin