Artêşa Îsraîlê gehêşte perevên Xezeyê

dibêje heta niha 347 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Jêrderiyayiyeke Amerîkî jî gehêşte deverê.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî ragihand ku, operasiyona bejahî ya Îsraîlê li Xezeyê dijî Hemasê didome û artêşa Îsraîlê li navenda Xezeyê pêşrewiyeke baş kiriye û gehêştiye peravên Rojavayê Xezeyê.

Daniel Hagarî duhê diyar kiriye ku, vê bordimanên artêşa Îsraîlê bo ser Xezeyê dijwartir bibin û artêşa Îsraîlê berdewam dibe li ser pêşrewî kirinê.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, îro duşem jêrderiyayeke Amerîkî jî gehêştiye peravên Xezeyê û îro dîsa internet û tevahiya amûrên peywendî kirin li Xezeyê hatine rawestandin.

Nav hatî diyar kiriye ku, ji 7ê Cotmehê ve heta îro ku, dike 31 roj bi giştî 347 leşkerên Îsraîlê di şer de hatine kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.