Mihemed Sûdanî gehêşte Tehranê

behsa têkiliyên navbera Îraq û Îranê dikin.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê pêşwaziya wî kir.

Kêliyek beriya niha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ku, duhê bişev li Bexdayê li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiya bû, gehêşte Tehranê li ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hate pêşwazkirin.

Beriya civînê Sûdanî û Reîsî kongreyeke çapemenî lidarxistin û di kongreya han de Serokkomarê Îranê ragihand ku, Îraq û Îran li hember kêşeya Felestîn û Îsraîlê xwedan helwesteke hevbeşin.

Biryare di civînê de her du alî behsa çend mijaran bi taybetî têkiliyên navbera Îraq û Îranaê, şerê Îsraîlê dijî Xeze û pêşde birina têkiliyên abûrî di navbera Îraq û Îranê û rêkeftina ewlekarî ya di navbera Îran û Îraqê de bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.