Îsraîl: Şerê dijî Hemasê berdewam dibe

dibêje me êrîşên Hizbulahê jî bê bersif nehêştine.
کوردستان TV
100%

Dibêje em dixwazin Yehya Sinwar bikujin.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî ragihand ku, şerê Îsraîl dijî Hemasê berdewam dibe û heta Hemas bi temamî neyê ji navbirin şerê Îsraîlê ranaweste.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî eşkere kiriye ku, ev niha dixwazin yek ji Serkirdeyên Hemasê bi navê Yehya Sinwar bikujin û lazime xelkê Bakûrê Xezeyê di nava 4 seatan de deverê wala bikin û biçin Başûrê Xezeyê.

Hegarî herwiha derbarê êrîşên Hizbulahê de jî diyar kiriye ku, heta niha ti êrîşeke Hizbulahê bêyî bersif nemaye û Îsraîl çend caran êrîşî ser Hizbulahê jî kiriye û gelek çekdarên Hibzulahê jî hatine kuştin.

Weke tê zanîn ev yek mehe şerê navbera Îsraîl û Hemasê didome û heta niha nêzî 10 hezar kes di encama şera hanê de hatine kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.