Tirkiye dibêje wezîrê derve yê Amerîkayê serdana Enqereyê dike.
Şeva derbasbûyî çapemeniya Tirkiyeyê li ser zarê rayedarên vê welatî belav kir ku, wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken yekşema hefteya pêşiya me serdana Enqereyê dike û li gel rayedarên Tirkiyeyê dicive.
Lê pişt re wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, tişteke wisa nîne û heta niha di bernameya wezîrê derve de tiştek bi navê serdana Tirkiyeyê tuneye.
Weke tê zanîn hin aliyên Tirk qala vê yekê dikin ku, nebûna têkilî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de derbarê şerê navbera Hemas û Îsraîlê de nîşaneya vê yekê ye ku, Amerîka Tirkiye bi muxateb wer nagire û Tirkiye xistiye eniya Hemasê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin