Ev cara sêyeme serdana Îsraîlê dike.
Li gor çapemeniya Amerîkayê biryare roja înê wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken careke din serdana Îsraîlê bike û li gel rayedarên vê welatî bicive.
Çapemeniya Amerîkayê diyar kiriye ku, Blinken di vê serdana han de vê behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê bike û piştî bi dawî hatina civîn û hevdîtinên xwe yên li Îsraîl, Blinken vê serdana çend welatên din yên deverê jî bike.
Weke tê zanîn ji 7ê Cotmehê ve heta îro ev cara sêyeme ku, Blinken serdana Îsraîlê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin