Li gel kesûkarên dîlgirtiyan civiyaye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê duhê Serokwezîrê vê welatî Benjamîn Netanyahu li gel malbet û kesûkarên welatiyên medenî yên ku, ji aliyê Hemasê ve bidîl hatine girtin civiyaye.
Netanyahu di civînê de eşkere kiriye ku, artêş û hikûmet her cure bijardeyek bo azad kirina dîlgirtiyan bikar tîne.
Netanyahu tekez li ser vê yekê kiriye ku, ev şer ji aliyê Hemasê ve hatiye destpêkirin û Îsraîl jî heta ji nav birina Hemasê şer bike û şer berdewam, demdirêj û dijwartir jî dibe.
Ji aliyeke din ve duhê jî artêşa Îsraîlê tank û hêzên xwe yên bejahî ji Bakûr ve derbasî Xezeyê kir û operasiyona bejahî jî duhê destpê kir û artêşa Îsraîlê jî dibêje ev hîn jî pêngava yekeme vê operasiyon were berfiretirkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin