Li Qereçoxê birîndar bibû.
Îro danê sibê zû Fermandarê yekeya 18an ya hêzên piyade ya pêşmerge Salih Zirarî ku, li çiyayê Qereçoxê hatibû birîndarkirin, şehîd bû.
Salih Zirarî rixmî hewldanên nûjdaran bo tedavîkirinê jiber dijwariya birîna xwe îro danê sibê li nexweşxaneyê şehîd bû.
Weke tê zanîn 22 Cotmehê dema gerîlayên pkk 4 xalên xwe radestî hêzên heşda şebî kiribû, di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên heşda şebî de pevçûn qewmî bû û di encam de 2 pêşmerge şehîd bibûn û çend pêşmergeyên din jî birîndar bibûn.
Herwiha kuştî û birîndarên çekdarên heşda şebî jî çê bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin