Hikûmeta şer ya Îsraîlê biryara dawî daye.
Li gor nûçeyeke kanala i24 ya Îsraîlî artêşa vê welatî li ser biryara kabîneya şer ya hikûmeta Îsraîlê, amadekariyên xwe bo destpê kirina operasiyona bejayî bo ser Xezeyê didomîne.
Çavkaniyê li ser zarê çend dîplomatên Amerîkî û Îsraîlî diyar kiriye ku, duhê di civîna navbera Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Amerîkayê de giftûgo li ser operasiyona bejayî hatiye kirin û hikûmeta Îsraîlê ji Serokê Amerîkayê re gotiye ku, me amadekariyên pêwîst kiriye û emê dest bi operasiyona bejayî bikin.
Weke tê zanîn duhê Serokê Amerîkayê serdana Îsraîlê kiribû û piştîvaniya Amerîkayê bo Îsraîlê diyar kiribû û gef jî li wan welatan kiribû ku, digotin emê êrîşî ser Îsraîlê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin