Hijmara kuştiyên nexweşxaneya Xezeyê zêde bû

piraniya miriyan sivîl û zarokin.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 800 kes canê xwe ji dest dane.

Piştî ku, duhê êrîşî ser nexweşxaneyekî li Xezeyê hate kirin û gelek kes canê xwe ji dest dan, goman û nîqaşên gelek zor li ser vê mijarê derketin holê.

Çapemeniya Felestînî eşkere kiriye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 800 kes canê xwe ji dest dane û gelek kesên din jî birîndar bûne.

Felestîn û komên çekdar yên Felestînî eşkere kirine ku, Îsraîl êrîşî ser vê nexweşxaneyê kiriye lê hikûmet û artêşa Îsraîlê ev yek red dikin û dibêjin li cîhê xestexane û derdorê ti operasiyon û êrîşeke me tuneye û ev ne karê meye.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, vê di demên pêş de bi belge belav bike ku, ev êrîş ji aliyê kê/kî ve pêk hatiye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.