Pergala bankî ya herêma Kurdistanê tê çalak kirin

tevahiya astengiyên birokratîk ji holê têne rakirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Serokatiya civîna civata bilind ya hêlbirînê li Kurdistanê de kir.

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna bilind ya hêlbirînê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me gerînendetiya civîna civata bilind ya Hêlbirînê li herêma Kurdistanê kir

Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşde birina zêdetir ya hêlbirîn û pêşxistin û rakêşana projeyên hêlbirînê, nehêştina astengiyên berdem prosesa hêlbirînê li herêma Kurdistanê de kir.

Me ev yek dubare kir ku, lazime bi her awayî hewl bo vê yekê bidin daku, tevahiya berbestên qanûnî û birokrasî yên li berdem prosesa hêlbirînê ji holê rakin û di vê warî de pêngavên zêde hatine avêtin lê hîn jî gelek pêngavên din lazime werin avêtin daku, asankariya zêdetir bo hêlbirînê were kirin.

Me balkêşande ser vê yekê ku, hêlbirîn pêdiviya xwe bi pergaleke ektîf û bawermend heye lewre me dest bi prosesa reforman di warê sîstema bankî û dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên bankî kiriye daku, herêma Kurdistanê ji bazareke piştgirêdayî bi pereya kaş xwe rizgar bike û bibe xwedan bazarekî pişt girêdayî bi pergala bankî ya bawermend û di encam de abûriya herêmê jî zêdetir were vejandin.

Piştî giftûgoyê û lihev veguhastina nêrînan çend biryar derbarê nehêştina kêşe û astengiyên berdem prosesa hêlbirînê li herêma Kurdistanê de hatin dayîn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.